1 July 2026 - 13:12
Source: Sahar TV
Dayîna hikmên dadweriyê jibo hin endamên komên terorîstî yên kurd

Dayîna hikmên dadweriyê jibo hin endamên komên terorîstî yên kurd Jibo hejmarek rayedar û endamên komên terorîst ên PJAK, Demokrat, Komele û PAK ê piştî şopandnên dadwerî û tomarkirina şikata gilîkerên taybet, hikmên dadweriyê, fermana sor û awarte ya Înterpolê û daxwaza radestkirina wan hatiye dayîn.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA — Piştî lêkolînên dadweriyê  û tomarkirina gelek giliyan ji aliyê gilîkerên taybet ve  ji bo hejmarek rêber û endamên komên terorîstî PJAK, Demokrat, Komala û Pakê ve hikmên dadwerî û hişyariya awarte yên Interpolê hatine dayîn û daxwazên radestkirina wan ji welatên wan ên sereke re hatine şandin. Li gorî belgeyên berdestan, ev kiryar di çarçoveya dosiyên dadwerî yên têkildarî tohmetên terorîstî, binpêkirina mafên welatiyan û bi armanca darizandina navneteweyî ya kesên tometbar de hatine girtin. Daxwazên radestkirin û darizandina kesên hanê jibo hikûmeta Iraqê û hin welatên Ewropî re, ji wan Belcîka  Almanya, Fransa û Swêdê re hatine şandin. Di nav kesên li ber şopandinê de serkirde û endamên payebilind ên van koman jî hene ku ji wan re  hikmên dadwerî û hişyariya  sor û awarte ên Interpolê ji bo wan hatine dayîn.

Tometên ku di dosiyên dadwerî de hatine hilêxistin, hevkariya  di kiryarên terorîstî de, rêvebirin û organîzekirina operasyonên çekdarî, kuştin û teror bombedanîn rehînegirtin,pere istandina bo zorê, xerakirina mal û milkên giştî  û taybet  û her wiha hin sûcên din hatien zanîn. 

Dezgeha Dadweriyê tekez kiriye ku radestkirin û darizandina kesên  li ber taqîbatê  jibo hilkolandina şikatên  kesên ziyandîtî û birîndar û darizandinê dê were şopandin. 

Dawiya Nûçeyî/

Your Comment

You are replying to: .
captcha